Li Kobanê Şîn hat ragihandin

Kurdistan 10:04 AM - 2026-09-13
Şîn li bajarê Kobanê PUKMEDIA

Şîn li bajarê Kobanê

Rojavayê Kurdistanê Kobanê

Li bajarê Kobaniyê ji ber şewata ku li girtîgeha Kobaniyê derket û 9 şehîd têde ketin, 2 roj şîn hat ragihandin.

Şewat demjimêr 2:30 sibehê roja şemiyê li girtîgeha Kobaniyê derket û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bajarê Kobaniyê îro ji bo bîranîna qurbaniyan 2 roj şîn ragihand.
Ji demjimêrên sibehê ve, dikan û cihên kar li seranserê bajêr, bi taybetî li bazara navendî, ji bo rêzgirtinê û şîna qurbaniyan hatin girtin.

Her wiha tevger li seranserê bajêr sekinî, û kolanên Kobaniyê vala xuya bûn.

Biryar e ku merasîmên oxirkirina 9 şehîdan siba roja duşemê, demjimêr 17:00 de werin lidarxistin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket