Bi serpereştiya Elî Zeydî girêbesta pêşxistina kêlgeheke petrolê hat îmzekirin
Êraq 09:11 PM - 2026-09-12
Nûsîngeha Ragihandina Elî Zeydî
Wêneyekê Civînê
Kompaniya Petrolê ya Bakur û Kompaniya (KEPT) girêbestek
ji bo pêşxistin û birêvebirina kêlgeha petrolê ya Uceyl îmzekirin, bi armanca
bilindkirina ewlehiya enerjiyê û zêdekirina berçav a asta berhemanîna petrol û
gaza xwezayî li welat.
Nûsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrên Îraqê da xuyakirin:
Îmzekirina peymanê di çarçoveya hewldanên Wezareta Petrolê de ye ji bo
bikaranîna herî zêde ya çavkaniyên hîdrokarbonî û zêdekirina berhemanîna petrol
û gazê û başkirina bikaranîna çavkaniyên kêlgehên petrol û gazê, bi vî rengî
ewlehiya enerjiyê bihêztir dibe û piştgiriya sîstema berhemanîna ceyranê ya
welat dike.
Nûsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîr diyar kir ku ew ê
berhemanîna gaza kêlgehê ji 135 milyon pê sêça di rojekê de bigihîne 300 milyon
pê sêceyan, di heman demê de berhemanîna petrolê ji 30 hezar bermîlên rojane ve
bilind bike bo 40 hezar bermîlan di rojekê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

