Li girtîgeha Kobanê şewat derket hejmarek girtî jiyan ji dest dane

Kurdistan 09:36 AM - 2026-09-12
Tabloya Bajarê Kobanê Ajans

Tabloya Bajarê Kobanê

Kobanê

Berbanga sibeha Îro 12/9/2026`an li girtîgeha Kobanê şewat derket di encamê de hejmarek ji girtiyan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî ji bo nexweşxaneyan hatine kirin.

Li gorî ajansa ANHAyê şewat derdora demjimêr 02:00`an li zindana Kobanê derketiye, di zindanê de hejmarek girtî hene, hejmarek ji wan jiyana xwe ji dest daye û hin jî ji ber dûmana şewatê bo nexweşxaneyê hatine rakirin.

Ji aliyê xwe Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan SOHRê jî belav kiriye ku, piştî xwepêşandanekê li nava girtîgeha Kobanê, ku tê de girtiyan derî girtin û hejmarek ji wan şikandin, li gorî agahiyên hatine ragihandin, agir li nava girtîgehê bi awayekî ku hîn sedemên wê nayên zanîn ket, û di encamê de kuştî û birîndar, li gel rewşên xeniqandinê çêbûn, di heman demê de hejmarek ji qurbaniyan û birîndaran bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.

Ev yek hevdem bû bi ketina karwan û hêzên leşkerî bo bajarê Kobanê, bi hemdema belavbûneke ewlehiyê ya berdewam, di nava rewşeke alozî û hêrsê de ku bajar tê re derbas dibe.

Bajarê Kobanê duh, şahidiya alozî û hêrsê ya ewlehiyê kiribû li ser piştî kuştina ciwanê bi navê “Sîpan Kermî”, ku ev yek bi ketina erebe û dewriyeyên girêdayî Hêzên Ewlehiya Navxweyî bo nava bajêr re hevdem bû, di nava pevçûn û lihevketinan de ligel hejmarek ji xelkê herêmê, ku avêtina kevirên li ser dewriyeyan jî li xwe girt.

Li gorî hin jêderên xwecihî li girtîgeha Kobanê 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û 17 jî birîndarin ku rewşa 4 girtiyan jî dijware û di bin çavdêriyê de ne li nexweşxaneya Kobanê.

Aloziyê piştre gihîşt wê astê ku rêyên nava bajêr hatin girtin, bi hemdema belavbûneke ewlehiyê û gihîştina hêzên zêde ji Hêzên Ewlehiya Navxweyî re ku jimara wan ji 10 otomobîlan derbas bû, di heman demê de agahiyan behsa piştevaniyeke ji hêzên girêdayî artêşa Sûrî kir ku ji herêmên Sirîn û Minbicê ber bi Kobanê ve dihatin.

Her wiha navend û wesayîtên girêdayî Hêzên Ewlehiya Navxweyî rastî êrîşên sivîlên bi hêrs hatin, ku tê de derî hatin şikandin û hejmarek ji wesayîtan hatin şewitandin, li gel şerê destî di navbera xwepêşander û hêsên ewlehiyê de.

Agahiyan ragihandin ku qedexeya çûnûhatinê li nava bajêr hatiye sepandin, bi hemdema hewldanên ji bo belavkirina xwepêşanderan, û bikaranîna bombeyên gazê û gulebarana li hewayê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket