Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
Êraq 12:19 AM - 2026-09-12
PUKMEDIA
Serok Wezîr
Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Federal îro Înê ragihand ku
Serokwezîr Elî Falih El-Zêdî dê roja Yekşema bê bi banga Serokê Fransayê
Emmanuel Macron serdana Fransayê bike.
Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîr di daxuyaniyekê de diyar kir
ku "Serokwezîr Elî El-Zeydî dê roja Yekşema bê, 13ê vê mehê Îlonê bi banga
Serokê Fransayê Emmanuel Macron dest bi serdaneke fermî bo Fransayê bike.
Daxuyaniyê da zanîn ku: Ev serdan di çarçoveya xurtkirina
têkiliyên dualî yên di navbera Îraq û Fransayê de, û gotûbêjkirina rêyên
berfirehkirina hevparî di war û sektorên cûrbecûr de, di serî de enerjî û
ewlehî, tê.
Wê zêde kir ku El-Zeydî dê roja Duşema bê, 14ê Îlonê bi
Serokê Fransayê Macron re bicive û ew ê hejmarek dosya û pirsên herêmî û
navneteweyî yên xwedî berjewendiya hevbeş gotûbêj bikin.
Wê da diyar kirin ku "Her du alî dê serokatiya
rûniştina danûstandinên berfireh ên ku dê ji aliyê şandên Îraqî û Fransî ve bên
kirin bikin, daku bingehên girêdana hevparîyên nû di navbera Bexda û Parîsê de
deynin, û çarçoveyên giştî yên hevkariya dualî di warên aborî, ewlehî, enerjî,
perwerde û warên din de gotûbêj bikin, bi awayekî ku beşdarî rûbirûbûna kêşeyên
cihêreng ên herêmî û navneteweyî bibe. Her wiha ew ê çavdêriya merasîma
îmzekirina hejmarek yadeştnameya têgihiştinê di çend sektoran de bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

