Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11
PUKMEDIA
Civîn
Wezareta Veguhastinê ya di Hikûmeta Federal de îro înê ragihand ku reşnivîsa dawî ya peymana cîbicîkirina "Rêya Geşepêdanê" ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hate temamkirin.
Wezareta Veguhastinê di daxuyaniyekê de got: Îraq û Tirkiyeyê reşnivîsa dawî ya peymana giştî ya taybet bi cîbicîkirina projeyên jêrxanê û geşepêdana sektora veguhastinê temam kirin. Ev peyman ji yadeştnameya têgihîştinê ya çarçoveyî derket ku Wezîrê Veguhastinê di dawiya meha Tîrmeha borî de bi aliyê Tirkî re îmza kiribû, ev jî gavek e ku rê ji bo temamkirina erêkirinên hikûmetê, îmzakirina fermî û derbasbûna bo qonaxa cîbicîkirina bi peyman re xwaş dike.
Û di daxuyaniyê de hat zêdekirin: Temamkirina reşnivîsê piştî guftûgoyên danûstandinê yên çid ku çar rojan li Bexdayê dom kirin û heta demjimêrên dereng ên şeva borî berdewam kirin pêk hat, bi beşdariya nûnerên wezaretekên Veguhastin, Neft, Darayî, Karên Derve, Banka Navendî ya Îraqê, Kompaniya Firotin û Belavkirina Neftê (SOMO) û aliyên teknîkî yên Îraqî, li gel nûnerên wezaretên Veguhastin û Jêrxanê, Eneryjî, Karên Derve û Banka Zirayetê ya Tirkî.
Û zelal kir: Danûstandinan bal kişand ser temamkirina aliyên hiqûqî, teknîkî û darayî û diyarkirina makanîzmayên cîbicîkirinê, bi awayekî ku zelaliya berpirsiyarî, mafên dualî û hewcedariyên projeyên mebestkirî misoger bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

