Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11
PUKMEDIA
Avahiya hilweşyayî
Rêveberiya Berevaniya Sivîl roja Înê ragihand ku piştî
hilweşîna banê avahiyekê li herêma Etîfiyeya Bexdayê, cenazeyê karkerekî hatiye
derxistin û 12 karkerên din hatine rizgarkirin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Berevaniya Sivîl de hat gotin ku di
encama hilweşîna banê avahiyeke ku hîn di qonaxa avakirinê de ye li herêma Atîfiyê
Kerxê ya paytext Bexdayê de, karkerekî jiyana xwe ji dest da û 12 karkerên din
jî bi awayekî cuda birîndar bûn. Bûyer dema bêtonkirinê di nîvê şeva pêncşemê
de dihatin kirin pêk hat.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tîmên rizgarkirinê
yên berevaniya sivîl piştî gihîştina agahiyê tavilê ketine nava tevgerê,
cenazeyê karkerê ku jiyana xwe ji dest dabû derxistine, birîndar derxistine û rakirin
nexweşxaneyên nêzîk. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo lêkolîna sedem û
hûrgiliyên hilweşînê lêpirsîneke fermî hatiye vekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

