Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin

Kurdistan 05:17 PM - 2026-09-10
Wêneyekî Xwepêşandanan ANHA

Wêneyekî Xwepêşandanan

Zimanê Kurdî

Li bajarên Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê ji bo perwerdeya zimanê kurdî xwepêşandan hatin kirin û gelê Kurd daxwaz dike zimanê kurdî bibe zimanekî fermî yê Sûriyê.

Ji destpêke sala nû ya xwendinê 6 Îlona 2026`an ve gel û xwendekar li hemû bajarên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi rêya çalakiyan nerazîbûnên xwe li hemberî biryara Wezareta Perwredeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyê tînin ziman û ew dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

Di wan xwepêşandanan de mamostayên kurdî û xwendekar hest û helwestên xwe tînin ziman û dibêjin ku, gelê Kurd ji bo zimanê xwe bi salan xebatê dike û bi Şoreşa Rojava re zimanê kurdî bi pêş ket, gelê Rojava tu carî dev ji deskeftiyên xwe bernade.

Her wiha mamostayên Rojavayê Kurdistanê û xwendekar daxwaz dikin ku, zimanê kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket