Li tengava Hurmizê şer û pevçûnên leşkerî zêdetir tund dibin
Cîhan 11:37 AM - 2026-09-10
PUKMEDIA
Şerê Îran û Amerîkayê
Nakokiyên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê de li Tengava Hurmiz û navçeyê
gihîştiye qonaxeke metirsîdare bi curekê ku Îranê ji bo cara yekem serî li
bikaranîna mûşekên balîstîk ên pêşketî xistiye da ku êrîşî keştiyên şer ên
Amerîkayê bike, li hemberî wê jî Waşintonê bersiveke tund da êrîşan.
Piştî ku hêzên Îranê çend caran keştiyên şer ên Amerîkayê,
di nav de keştiya balafirhildêr û hêzên din ên li Urdinê, bi mûşekan kirine
armanc, artêşa Amerîkayê daxuyand ku tevahiya êrîşên hatine pûçkirin û keştiyan
karîne xwe ji êrîşan biparêzin û di bersivê de jî hêzên Amerîkayê pênc tankerên
neftê yên Îranî li nêzî Tengavê û Girava Xarkê têk birin.
Ji aliyekî din ve, ev tundûtûjiya leşkerî bandoreke
rasterast li ser kerta bazirganî û aborî çêkiriye û trafîka keştiyan a li
Tengavê bi rêjeyeke berbiçav ketiye û tenê heft keştiyan karîbû derbas bibin,
di demekê de ku çendîn keştiyên din ên bazirganî jî li navçeyê ketine ber êrîş
û tundûtûjiyê û supaya Pasdaran jî berfirehkirina navçeya qedexekirî li herêmê
ragihand.
Di heman demê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku
ew pêşbînî dike nakokî piştî hilbijartinên nîvê xulê bi dawî bibin. Tevî ku
Trump tekezî li ser serketinê dike, lê şêwirmendên wî yên pilebilind wekî J.D.
Vance û Marco Rubio di civînên girtî de hişyarî dan ku egera dirêjbûna vî şerî
ji bo demekî dirêjtir heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

