Çavdêriya Keşûbayê: Tebaxa 2026an li cîhanê bû meha herî germ ji sad salî ve
multimedia 11:20 AM - 2026-09-10
PUKMEDIA
Havîna Ewropa
Çavdêriya avhewayê ya Yekîtiya Ewropayê Kopernîkus, ragihand
ku Tebaxa 2026an li ser asta cîhanê meha herî germ a di dîrokê de bûye û havîna
li Ewropaya Rojava jî ji dema destpêka tomarkirina daneyan ve ya herî germ
bûye.
Kopernîkus diyar kir ku navîna pileyên germiya hewayê ya
gerdûnî di Tebaxê de bûye 16.96 pile û bi vî rengî 0.01 pile derbasî rekorê
berê yê ku di Tîrmeha 2023an de hatibû tomarkirin kiriye, her wiha Ewropaya
Rojava "bi qasî ku tê bîra mirovan havîna herî germ" jiyaye.
Samantha Burgess, Berpirsa Stratejîk a Karûbarên Avhewayê li
Navenda Ewropî ya Pêşbîniyên Hewayê yên Demdirêj (ku saziyeke navdewletî ye û
çavdêriya Kopernîkus birêve dibe), roja Pêncşemê di raporê de got: Tebaxa
2026an di dîroka avhewaya cîhanê de meheke cuda bû.
Wê wiha anî ziman: Bi qasî ku tê texmînkirin ji 100 salî vee
v germa çênebûye, havîna 2026 pileyên herî bilind tomar kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

