Amerîka sizayên nû disepîne ser kerta firokvaniya Îranê
Cîhan 08:56 PM - 2026-09-08
Al
Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Serokê
Amerîka ragihand ku dorpêçên li dijî Îranê pir serkeftî ne hevdem, Wezareta
Xezîneyê ya Amerîka dorpêçên nû li ser Îranê sepand, di heman demê de Pasdarên
Şoreşê desteserkirina keştiyeke binavî ya bêmirov a Amerîkî li Tengava Hurmuzê
ragihand.
Îro Sêşemê 8ê Îlona 2026.an,Serokê Amerîka Donald Trump ragiand ku şansê Îranê tune ye ku
çekên etomî bi dest bixe û dorpêçên li dijî wê pir serketî bûne.
Her weha
aşkere jî kir ku, sizayên
li dijî Îranê pir bihêz û bibandor in û encam ji bendewariyan zêdetir in û
got:Me Îran bi tundî sizar kir û derbeyek mezin lê da, kesekî hêvî nedikir ku
tişt li Îranê ewqas serkeftî biçin.
Ev yek di
demekê de ye ku, Wezîrê
Xezîneyê yê Amerîka Scott Besant îro roja Çarşemê got ku Amerîka dorpêç li ser
36 hedefên têkildarî sektora hewavaniyê ya Îranê ferz kiriy; di nav van de 27 kompaniyên esmanî, û
her weha ew kompaniya û kesên ku bi kompaniyên esmanî yên Îranî yên ku di bin
dorpêçan de ne re mijûl dibin, hene,ew bi xetera tecrîd û dûrxistina ji pergala
darayî ya cîhanî re rû bi rû ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

