Serokkomar girîngiya pêşxistina hevkariya bi Amerîkayê re tekez dike
Êraq 05:30 PM - 2026-09-08
Ragihandina Serokomar
Serokkomar û Karbidestê Karên Balyozxaneya Amerîka
Îro roja Sêşemê 8ê Îlonê 2026an, Serokkomarê Îraqê Nizar
Amêdî li Bexdayê pêşwazî li Karbidestê Karên Balyozxaneya Amerîkayê yê nû li Îraqê
Stephen Fagen kir.
Di hevdîtinê de, pêwendiyên dualî yên di navbera Îraq û Amerîkayê
de, rêyên pêşvebirina wan, her wiha pêşhatên herêmî û çend pirsên cihê
giringiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Serokkomar tekezî li ser girîngiya berdewamiya xebatên ji bo
pêşxistina hevkariya di navbera her du welatan de li warên siyasî, aborî û
geşepêdanê kir, bi awayekî ku bibe alîkar ji bo piştgiriya ewlekarî û aramiya Îraqê,
û hêviya serkeftinê ji Fagen re di erka wî ya nû de xwest.
Ji aliyê xwe ve, Stephen Fagen tekezî li ser daxwaza welatê
xwe kir ji bo berdewamkirina hevkariyê bi Îraqê re û pêşvebirina pêwendiyên
dualî bi rengekî ku xizmeta her du welatan bike, û pesnê giringiya hevparbûna
di navbera her du aliyan de li warên cuda da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

