Desteya Destpakiyê dest danî ser 94 belgename û samaneke zêde
Êraq 04:29 PM - 2026-09-08
Desteya Destpakiyê
Desteya Destpakî ya Îraqê
Di operasyoneke nû ya meydanî de ji bo nehêştina gendeliyê,
Desteya Destpakiyê ya Îraqê li parêzgeha Selahedîn karî ku berpirsê beşa
mulkiyetê li Rêveberiya Şaredariya Tikrîtê û karmendekî heman beşê destgîr
bikin, piştî ku hat piştrastkirina ku destê wan di desteserkirina zeviyên
welatiyan de heye.
Li gorî daxuyaniya Desteya Destpakiyê, tawanbar bi alîkariya
hejmareke karmend û kesên raspartî, belgeyên mameleyên terxankirina erdên
welatiyan bi bihayê pir kêm kirine û paşê xistine nava lîsteya fermî ya qonaxên
belavkirina erdan, da ku bibin xwediyên wan û bifroşin û qezencê di navbera xwe
de parve bikin.
Piştî wergirtina biryara dadger û girtina berpirs, di dema
lêgerîna mala wî de dest danî ser 94 belgeyên zeviyan yên ser bi Şaredariyê û
komeke belgeyên wergirtina mameleya welatiyan û miqdarek perên Îraqî û dolar,
otomobîleke nû, tevî çekên sivik û miqdarek zêr.
Di heman demê de, karmendekî din ê heman beşê hat girtin ku
li mala wî komeke belgeyên fermî yên şaredariyê, di nav de mameleyên terxankirina
erd û veguhestina mulkiyetê hatibûn veşartin.
Di dawiyê de, Desteya Destpakiyê ya Îraqê ragihand: Niha bi
biryara dadgerê dadgeha lêpirsînê ya destpakiyê, her du tawanbar li gorî
madeyên (289/ 298) ên yasaya cezayan hatine ragihandin û lêpirsîna bi wan re
berdewam e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Koleja Pijîşkî ya Zanîngeha Silêmaniyê dîsa bawernameya navneteweyî wergirt
10:23 PM - 2026-09-21 -
Saziya Serok Celal Talebanî digel Wezareta Jîngehê û UNDPê dicive
09:56 PM - 2026-09-21 -
Komandoyên Kurdistanê: Yekxistina Pêşmerge pêşerojeke geştir misoger dike
08:15 PM - 2026-09-21 -
Şalaw Kosret Resûl: Ti dem ji bo civîna YNK û PDKê nehatiye diyarîkirin
03:39 PM - 2026-09-21
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:48 PM - 2026-09-21 Qubad Talebanî û Konsulê Fransayê pêşvebirina karê hevbeş gotûbêj dikin
Serok Bafil: Mamoste û zanayên olî xwedî cihekî bilind in
07:57 PM - 2026-09-21
Serokwezîrê Îraqê pîrozbahiya yekxistina hêzên Pêşmerge dike
05:05 PM - 2026-09-21
Serok Bafil piştevaniya YNKê ji bo Konsula Giştî ya Brîtanyayê dupat kir
03:16 PM - 2026-09-21
Qubad Talebanî: Yekxistina hêzên Pêşmerge pêngaveke dîrokî ye
02:53 PM - 2026-09-21
zortrin xwendraw
-
Nirxê dolar li bazarên Herêm û Îraqê dîsa dadikeve
Aborî 11:08 AM - 2026-09-21 -
Şalaw Kosret Resûl: Ti dem ji bo civîna YNK û PDKê nehatiye diyarîkirin
Kurdistan 03:39 PM - 2026-09-21 -
Sûriye... Di teqîna depoyeke cebilxaneyê de li gundewarê başûrê Helebê 4 kes birîndar bûn
Cîhan 10:14 AM - 2026-09-21 -
Komandoyên Kurdistanê: Yekxistina Pêşmerge pêşerojeke geştir misoger dike
Kurdistan 08:15 PM - 2026-09-21 -
Hejmara 192 an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:29 AM - 2026-09-21 -
Saziya Serok Celal Talebanî digel Wezareta Jîngehê û UNDPê dicive
Kurdistan 09:56 PM - 2026-09-21 -
Serok Bafil tekez dike ku YNK piştgiriya serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dike
Kurdistan 09:37 PM - 2026-09-20 -
Serok Bafil piştevaniya YNKê ji bo Konsula Giştî ya Brîtanyayê dupat kir
Kurdistan 03:16 PM - 2026-09-21






Aplîkêşin

