Koçberên li kampa Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin

Kurdistan 02:22 PM - 2026-09-07
Amadekariyên Koçberên Serêkaniyê ANHA

Amadekariyên Koçberên Serêkaniyê

Serê Kaniyê

Malbatên bajarê Serêkaniyê îro 7/9/2026`an jî bi amadekariyên vegera bo gund û warên xwe berdewam dikin, ku hejmara wan digihîje 689 malbatî.

Her weha ji bo vê mebestê kamyonên veguhestinê ketine nava kampa Serêkaniyê ji bo destpêkirina karwana duyemîn daku sibe roja Sêşemê ji bo vegerê amadebin.

Îro koçberên li kampa Serêkaniyê konên xwe radikin, pêdiviyên xwe amade dikin ji bo guhastinê.

Hejmara malbatên ku dê sibê roja Sêşemê di nava karwana duyemîn de derkevin bi qasî 689 malbatan tê texmînkirin, bi giştî nêzî 7 hezar kesî ye.

Ev gav piştî wergirtina mîsogeriyên ewlehiyê yên pêwîst, ligel tekezîkirina li ser girtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlehiya vegeriyayan û aramiya gundên wan ên ku dê vegerin wan, li gorî daxuyaniya nûsîngeha Ragihandinê ya Komîteya Koçberên Serêkaniyê.

Hêjayî gotinê ye ku, ev karwan dê ya duyemîn be, piştî ku karwana yekem di 10ê Tebaxê de dest pê kiribû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket