Îro Encûmena Nûneran a Îraqê xwendina yekem ji bo sê projeyasayan dike
Êraq 11:07 AM - 2026-09-07
Ragihandina Encûmena Nûneran a Îraqê
Encûmena Nûneran
Biryare îro 7ê Îlona 2026an, Encûmena Nûneran a Îraqê rûniştina xwe ya hejmar
(16) di çarçoveya xula hilbijartinê ya şeşemîn, sala yekem a qanûndanînê û
dewra duyem de pêk bîne, ku tê de dê xwendina yekem ji bo sê projeyasa pêk
bîne.
Li gorî rojeva ku hatiye belavkirin, îro Encûmena Nûneran di
demjimêr (1:00)ê piştî nîvro de civîna xwe bi xwendina ayetekê ji Qurana Pîroz
dest pê dike û bernameya kar van xalên jêrîn dihewîne:
Xwendina yekem ji bo projeyasaya tevlîbûna bi Rêkeftinnameya
bingehîn a Rêxistina Pêşxistina Jinan li welatên endam di Rêxistina Hevkariya
Îslamî de (ji aliyê Lijneya Têkiliyên Derve ve, ku ji 2 modeyan pêk tê).
Xwendina yekem ji bo projeyasaya sererastkirina yekem a
Qanûna danûstandin bi alavên çandiniyê re ya hejmar (46) a sala 2012an (ji
aliyê komîteya Çandiniyê û Çavkaniyên Avê û Jîngehê û Zozanan ve, bi hevkariya komîtey
Qanûnî, ku ji 8 madeyan pêk tê).
Xwendina yekem ji bo Pêşnûmeqanûna hevbeşiyê di navbera
sektora giştî û sektora taybet de (ji aliyê Lijneya Aborî û Pîşesazî û
Bazirganiyê ve, ku ji 27 madeyan pêk tê).
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

