Banka Navendî ya Îraqê: Yedeka me ya temam heye
Êraq 08:49 PM - 2026-09-06
PUKMEDIA
Banka Navendî ya Îraqê
Nîzar Nasir Husên, Parêzgarê Banka Navendî ya Îraqê, tekezî li ser çaksaziyê di sektora bankiyê de kir û ragihand: Di sektora bankî û sîstema darayî de pêşketinên erênî yên zêdetir hatine holê.
Di çarçoveya gotûbêjekê de ligel hejmareke pisporên aborî, Nîzar Nasir Husên, Parêzgarê Banka Navendî ya Îraqê diyar kir ku baweriya navdewletî bi Banka Navendî gelek bilind e, her wiha çavdêriya navxweyî bihêztir bûye û di heman demê de tedbîrên xweparastinê derbarê saziyên darayî û bankiyan de hatine girtin.
Derbarê pereyên veberhêneran de, Parêzgarê Banka Navendî tekez kir ku piraniya reha a veberhênanan di sektora bankiyê de hatine garantîkirin û piştrastî da ku Banka Navendî, bi berçavgirtina yedek û amûrên darayî, xwedî şiyana birêvebirina krîzan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

