Amerîka û Îraq tekezî li ser çareseriya dîplomatîk ji bo aloziyên herêmî dikin
Êraq 06:16 PM - 2026-09-06
Nivîsingeha Ragihandinê
Serokwezîrê Îraqê û Koordînatorê Tîma Nûnerên Amerîka
Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî û nûnerê Amerîka yê li Îraqê
Steven Vagan banga diyalogê di navbera aliyan de û çareseriyeke dîplomatîk ji
bo çareserkirina aloziyên herêmî kirin.
Li gorî daxuyaniya Nivîsingeha
Ragihandina serokwezîran, di civînê de li ser xurtkirina peywendiyên dualî û
berfirehkirina hevkariya hevbeş di hemû waran de, ji bo xurtkirina hevkarîya di
navbera her du welatan de, hat axaftin.
Her weha di civînê
de li ser pêşketinên li herêmê gotûbêj hat kirin û girîngiya diyalog û
çareseriyên dîplomatîk ji bo derbazkirina aloziyan hat destnîşankirin, ku dê
xizmeta ewlehî û aramiya herêmê bike û berjewendiyên gelên herêmê biparêze.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

