Serokkomarê Îraqê pesnda rola Pêşmerge dide
Kurdistan 05:34 PM - 2026-09-06
Malpera Serokkomariyê
Beşek ji civînê
Serokkomarê Îraqê, Birêz Nîzar Amêdî, îro, Yekşem, rêkefta 6ê
Îlona 2026.an, li Koşka Aştiyê ya li Bexdayê, pêşwazî li fermandarê Hêzên 70,
yek ji yekîneyên Hêzên Pêşmerge, Ferîq El Rukin Omer Salih kir.
Di civînê de gotûbêj
li ser hejmarek ji pirsgirêkên ewlehiyê yên heyî û pêşketinên wê hatin kirin,
Serokkomar tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevrêziyê di navbera tevaya
yekîne û hêzên cuda de kir daku parastina welatiyan baştir bibe û aramiya xwe
biparêzin.
Her wiha pêwîstiya pêşxistina şiyanên hêzên
Pêşmerge û bilindkirina asta amadebûna wan destnîşan kir, û pesna rola wan di
pêkanîna erkên xwe yên neteweyî de da.
Ji aliyê xwe ve, Ferîq
El Rukin Omer Salih erkên herî girîng yên Hêzên 70 û rewşa wan nirxand, û
tekezî li ser berdewamiya kar û hevrêziyê bi awayekî ku xizmeta ewlehî û
aramiyê bike kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

