Koç û Koçberan:21 Hezar welatî ji Kampa Holê hatine vegerandin
Êraq 03:41 PM - 2026-09-05
SANA
Kampa Holê
Wezareta Koç û Koçberên
Îraqê ragihand ku heta niha 21 hezar kes ji kampa Holê bêyî ku pirsgirêkên
ewlehî an psîkolojîk çêbibin vegerandine û dibêje:Kamp dê di demek nêzîk de
were girtin û zêdetirî hezar Îraqî li wir dimînin.
Kerîm Nûrî, Berdevkê
Wezareta Koç û Koçberên Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku; Hola Kampê li
bakur-rojhilatê Sûriyê bombeyeke demkî ye ku dikare di her demekê biteqe,lê Îraqê
bi serkeftî ew têk bir, û niha tenê çend kes mane.
Her weha amaje
bi wê yekê kir ku,heta
niha, 21 hezar kes vegeriyane deverên xwe û ti pirsgirêkek ewlehî an civakî
çênebûye.
Kerîm Nûrî aşkere
kir ku hîn jî hezar û 200 kes di kampê de ne, ku hejmareke pir kême, ji ber vê
yekê ewê di demek nêzîk de were girtin.
Ev yek di demekê
de ye ku, di heyva Mijdara 2025.an de, li baregeha serekî ya NY konferansek
navneteweyî hate lidarxistin daku li ser çareseriya kampê û metirsiyên wê gotûbêj
bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

