Serokkomar: Pirtûk di projeya şaristaniya Bexdayê de roleke girîng heye
Êraq 08:30 PM - 2026-09-04
Ragihandina Serokomar
Serokkomar di serdana pêşangeha pirtûkan li Bexda
Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî, bi hevrêtiya Wezîrê
Rewşenbîrî û Geştûguzarê û Şûnwaran û Wezîrê Jîngehê, serdana 27emîn Pêşangeha
Navneteweyî ya Pirtûkê ya Bexdayê ya kir û li nûtirîn belavkerên dezgehên çap û
belavkirinê yên Îraqî, Erebî û navneteweyî nêrî û ji nêz ve ew sernav û
berhemên ku di warên ramanî û akademîk ên cuda de pêşkêş dikin dîtin.
Di dema giftûgoyên xwe de ligel hejmarek ji dezgehên
belavkirinê û beşdarên pêşangehê, Serokkomar tekez kir ku, Pêşangeha
Navneteweyî ya Pirtûkê ya Bexdayê berdewamiya mîras, çand û şaristaniya Bexdayê
ye, wekî paytexta zanist, çand û ramanê.
Wî her wiha da xuyakirin ku Bexda hêjayî wê yekê ye ku
pêgeha xwe wekî çirayeke zanist û rewşenbîriyê vegerîne, her wiha pirtûk
navenda projeya rewşenbîrî ya nû be û tekez jî kir ku rênêsansa Îraqê ji
avakirina gelê wê dest pê dike, û pirtûk jî yek ji amûrên vê pêşketinê ye.
Serokkomar diyar kir ku pêşangehên pirtûkan sekoyeke girîng
in ji bo danûstandina hizrî ya di navbera gelan de, ku rengvedana asta pêşketin
û berivpêşveçûna wan nîşan dide û her wiha rola wan di pêşxistina azadiya raman
û derbirînê de diyar dike.
Di heman demê de pesnê ew hewldanên ji bo serxistina van
çalakiyên rewşenbîrî ya vekirî da, ya ku rola pirtûkê di avakirina civakê û
çêkirina paşerojê de nîşan dide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

