Lihevnekirina Herêm û Îraqê, pirsgirêkên aborî ber bi kû ve dibe?
Rêportaj 10:53 AM - 2026-09-04
PUKMEDIA
Logoya Herêm û Îraqê
Piştgirêdana bingehîn ya aboriya Îraqê bi dahata petrolê ve,
bûdçeya giştî ya vî welatî kiriye dîlê guhertinên bazara cîhanî ya enerjiyê, ji
ber vê yekê, dosyaya bûdçeya federal a Îraqê û şayestên darayî yên Herêma
Kurdistanê, bi salan e wekî nexweşiyeke demdirêj di laşê têkiliyên di navbera
Hewlêr û Bexdayê de maye. Di nava vê hevkêşeya aloz de, diyarkirina para Herêma
Kurdistanê her tim bûye xala germ a nakokiyan û bûye sedem ku bûdçe ji amûrekî
ji bo xweşguzarî û geşepêdana welat veguhere karteke fişara siyasî, mamosteyên
zanîngehê jî dibêjin ku bûdçeya Îraqê çiqasî mijareke aborî ye ji bo Herêma
Kurdistanê, ewqasî jî mijareke siyasî ye.
Şayîstên Darayî yên KurdistanêDerbarê pirsa şayîstên darayî yên Herêma Kurdistanê de, endamê xula berê ya Encûmena Nûnerên Îraqê Şêrwan Mîrza, got: "Niha Îraq mijûlî amadekariyan e ji bo amadekirina proja yasaya bûdçeya sala 2027an. Lewma pêwîst e Herêma Kurdistanê jî beşdarî amadekariyên bûdçeyê bibe û hewl bide ne tenê mûçe, belkû hemû şayîstên darayî yên Herêma Kurdistanê di bûdçeyê de bi cih bike.
Ev jî mafê wê ye, ji ber ku Herêma Kurdistanê petrol radest kiriye û bi rêya SOMOve petrola xwe difiroşe, her wiha li ser dahata nedarayî jî li hev kiriye û wê jî radest dike, yan di dema hatina mûçeyê de Îraq rasterast ew mîqdara li ser li hev kirine ji mûçeyê dibire. Ji ber wê yekê di her du rewşan de jî Herêm erkên xwe cîbicî dike, lê ya girîng ew e ku ew şandeya Herêma Kurdistanê ya ku diçe Bexdayê ji bo lihevkirinê, pêwîst e hemû şayîstên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê di bûdçeyê de bi cih bike, ji ber ku dibe yasa û wê demê Herêma Kurdistanê dikare, ne tenê mûçeyê, belkû daxwaza bûdçeyê jî ji Îraqê bike û ew mafê wê ye."
Dabînkirina MûçeyêŞêrwan Mîrza her wiha da zanîn ku çespandina şayîste û mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê pêwîstî bi şerekî qanûnî yê pir bi bandor heye, lê piştî ku di Encûmena Nûnerên Îraqê de deng li ser hate dayîn, wê demê mijara mûçeyê namîne, belkû divê para bûdçeya Herêma Kurdistanê mehane di dema xwe de bê şandin û ji wê bûdçeyê mûçeya mûçexwiran bê dabînkirin. Cara pêşîn Îraqê ku ji bo sê salan bûdçe pesend kir, li gorî nêrîna piraniya pisporan ezmûneke xirap bû, lewma ez bawer im Îraq wî ezmûnî dubare nake û wan amadekariyên niha dike tenê ji bo sala 2027an dibe.
Girîngiya BûdçeyêMamosteyê Kolêja Rêveberî û Aborî li Zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Remezan, li ser vê pirsê ragihand: "Yek ji girîngtirîn stûnên darayî yên her welatekî proje yasaya bûdçeyê ye, ji ber ku bernameya sala pêşerojê ya welêt misoger dike, tevahiya proje û xerciyên wezaretan tê de tên destnîşankirin û hikûmet pabend dibe bi cîbicîkirina tevahiya xalên bûdçeyê. Her çend di çend salên borî de Îraqê bûdçeya sê salan pesend kir, ew jî ji ber ku rewşa ewlehiyê ya Îraqê nebaş bû, lê dikare di proje yasaya nû ya bûdçeyê de ku niha mijûlî amadekirina wê ne, çendîn guhertinên nû tê de bên kirin; wekî dema bûdçeyê, lihevkirina bi Herêma Kurdistanê re, çavkaniyên din ên darayî û çendîn mijarên din, ji ber ku hikûmeta niha ya Îraqê nêrîneke wê ya cuda heye li gel hikûmetên beriya xwe, her wiha dikare di bûdçeyê de mafê hemû çîn û texên civakê bi Herêma Kurdistanê ve jî bê misogerkirin. Bi rengekî din em dikarin bêjin bûdçe rûpelekî amadekirî ye ku erk û mafên hikûmet û welatiyan tê de hatine destnîşankirin ji bo demekî diyarkirî."
Piralîkirina DahatêDr. Îdrîs Remezan her wiha dibêje: "Pêwîst e Îraq ji bo piralîkirina dahatê sûdê ji çavkaniyên din werbigire, ji bo nimûne çandinî, ji ber ku Îraq xakeke pir bi pît heye, her wiha geştûguzar, bi taybetî hamî geştûguzariya olî, û dikare bi rêya pêşxistina pîşesaziyê jî dahatên xwe zêde bike."
Wî da zanîn ku gendelî li Îraqê bandoreke pir xirap li ser dahat û bûdçeyê dike û asteng e li pêşiya pêşketina tevahiya sektorên aborî. Ev yek bûye sedem ku Iraq tenê piştê bi dahata petrolê ve bibestîne, lê heke Îraq welatekî sazûmanî be û nêrîneke wê ya zelal hebe, wê demê dikare girîngiyê bide piralîkirina dahatên xwe jî û li şûna ku ji welatên din berhemên çandiniyê û pîşesaziyê bîne, dikare berhemên xwe bide derveyî welat. Lê mixabin niha ji ber giringînedan bi berhema xwemalî, ji bo tijekirina pêdiviyên xwe, piştê bi berhema hinardekirî ya welatên din girê dide.
Cîbicîkirina BûdçeyêMamosteyê zanîngehê û pisporê aborî Dr. Kamiran Qadir, ragihand: "Bûdçe ne tenê mijareke aborî ye, belkû di heman demê de siyasî ye jî, bi taybetî li Îraqê, ev mijara siyasî bûye asteng li ber cîbicîkirina erkên aborî. Ez bawer im bûdçeya sala 2027an a Îraqê nabe bûdçeyeke serketî di cîbicîkirina tevahiya xal û madeyan de, tenê di bûdçeya xercê de nebe ku taybet e bi mûçe û xerciyên hikûmetê."
Sebaret bi egerê cîbicîkirina bilindkirina pileyên karmendên Herêma Kurdistanê de, Dr. Kamiran got: "Rast e hikûmeta Îraqê razîbûna xwe nîşan daye ji bo cîbicîkirina bilindkirina pileyên karmendên Herêma Kurdistanê, lê ew jî nayê pêşbînîkirin ku bê cîbicîkirin, ji ber ku hikûmeta Îraqê di qeyran û kurthênaneke mezin de ye û ew kurthênanî bi hêsanî tijî nabe."
Ji ber wan sedeman, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, belkî ji bo Îraqê bixwe jî hemû xalên bûdçeyê nayên cîbicîkirin. Her wiha bilindkirina pileyên karmendan mijareke siyasî ye û îhtimal heye li Îraq û Herêma Kurdistanê biryar li ser cîbicîkirina wê bê dayîn, lê bûdçeya pêwîst jê re neyê terxankirin, ji ber ku rewşa niha ya hikûmeta Îraqê bi awayekî ye ku dibe tenê karibe mûçeyê bide. Di rewşekê de jî ku bixwaze tevahiya xalên bûdçeyê cîbicî bike, divê serî li bilindkirina bihayê dolar bide ji aliyê Banka Navendî ve.
Para Bûdçeya KurdistanêWî her wiha got: "Parlamenterên kurd li Îraqê nikarin di dema derbaskirina bûdçeyê de para Herêma Kurdistanê zêde bikin, ji ber du xalan: Yekem ewe ku hejmara wan kêm e li hember endamên pêkhateyên din, ya duyemîn jî, bûdçe nayê hiştin ku qebareya wê zêde bibe, lê dikare xalek perê wê kêm bibe û xakeke din perê wê zêde bibe. Herêma Kurdistanê jî dikare tenê para xwe werbigire ne zêdetir. Her wiha mijarên pereyê projeyan, ji bo nimûne çêkirina dibistanan, her sal di bûdçeyê de pere jê re hatiye terxankirin, lê ji ber kurthênanê ti tiştek nehatiye çêkirin, lewma Herêma Kurdistanê jî nikare daxwaza bûdçeya wan cure projeyan bike."
PUKMEDIA/ Hiwa Kazim
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
11:22 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

