Zanayekî Zanîngeha Silêmaniyê vedîtineke girîng radigihîne
Kurdistan 09:42 AM - 2026-09-04
PUKMEDIA
Profesor Dr. Dilşad Ezîz Marif
Mamosteyê Beşa Şûnwarnasiyê li Kolêja Zanistên Mirovî ya
Zanîngeha Silêmaniyê Profesor Dr. Dilşad Zamwa, amûrekî destî yê kevirî yê
serdemên berî dîrokê dît û pêşkêşî Rêveberê Şûnwariyê û Çandê yê Silêmaniyê
kir.
Di vedîtina xwe ya herî nû de, Profesor Dr. Dilşad Ezîz Marif
ku bi (Dr. Dilşad Zamwa) tê naskirin mamosteyê Beşa Şûnwariyê li Kolêja
Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê, di çarçoveya merasîma Zanîngeha
Silêmaniyê de li Hola Kongresê ku bi boneya ketina navê Zanîngeha Silêmaniyê
nava pirtûka Gînessê de hatibû sazkirin, di semînareke kurt de kurteya vedîtina
xwe ya girîng pêşkêş kir ku bû sedema matmayîna amadebûyiyan. Ew jî vedîtina
amûrekî destî yê kevirî yê serdemên berî dîrokê bû li Çemê Waje ya li navçeya
Şarbajêr e.
Paşê Dr. Dilşad Zamwa, bi navê Beşa Şûnwariyê û Zanîngeha
Silêmaniyê, vedîtina xwe pêşkêşî birêz Haşim Heme Ebdulah kir wek Rêveberê Şûnwarî
û Çandê yê Silêmaniyê.
Roja 3yê Îlona 2026an de, Zanîngeha Silêmaniyê ji ber
çêkirina mezintirîn hevoka ku bi daran hatibû çandin, navê xwe xist nava
pirtûka Gînesê. Ev gava jîngehê, ji aliyê Serokatiya Zanîngehê, Parêzgarê
Silêmaniyê û Wezareta Xwendina Bilind ve wekî gaveke girîng ji bo
navneteweyîkirina zanîngeha dayîk û bilindkirina pêgeha Silêmaniyê li ser
nexşeya jîngehê û dahênana cîhanî hate nirxandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

