Serokkomar: Aşkerekirina çarenûsa qurbaniyên gorên komî erkek neteweyî ye
Êraq 04:39 PM - 2026-09-03
Ragihandina Serokkomar
Serokkomar û Tîma Niştimanî ya pispor a vekirina gorên komî
Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro Pêncşemê 3ê Îlona 2026an,
li Koşka Selam ya li Bexdayê, Tîma Niştimanî ya pispor a vekirina gorên komî
pêşwazî kir.
Serokkomar tekez kir ku aşkerekirina çarenûsa qurbaniyên
gorên komî erkeke neteweyî û mirovî ye, û girîngiya berdewamkirina hewldanên ji
bo vekirina gorên komî, derxistina terman, naskirina nasnameya qurbaniyan û
radestkirina wan ji malbatên wan re destnîşan kir.
Her wiha tekezî li ser dadperwerî ji bo malbatên ku hîn jî
li bendê ne ku çarenûsa zarokên xwe bizanibin, û her wiha belgekirina sûcên ku
gelê Îraqê rûbirûyî wan bûye û parastina bîra neteweyî kir.
Serokkomar ji aliyê xwe ve guhdarî li karên herî girîng ên
ku ji aliyê tîmê ve hatine encamdan û astengên li pêşiya karê wan hatine gotûbêj
kirin, û tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina piştevaniya pêwîst û hêsankirina rêkarên
têkildarî vekirina gorên komî û temamkirina pêvajoyên naskirina terman li gorî
pîvanên qanûnî û zanistî kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

