Belgefîlma "Çemê Sîrwan" li Îtalya xelata baştirîn bi dest xist
multimedia 02:37 PM - 2026-09-03
PUKMEDIA
Belgefîlma Çemê Sîrwan
Belgefîlma "Çemê Sîrwan" di nehemîn çapa Festîvala
Navneteweyî ya Fîlman a (Reale Film Festival) a li Îtalyayê de Xelata Baştirîn
Belgefîlm bi dest xist.
Ev berhem ku berhema Saziya Vîm (Beşa Vîm Medyayê) ye, di
nirxandina mehane ya jûriya dadgeran de ji bo meha Tebaxa 2026an wekî serketî
(Winner of August 2026) hate hilbijartin.
Festîvala Reale giringiyeke taybet dide çîrokên mirovî,
mijarên civakî û rastgoyiyê di sînemayê de.
Li gorî sîstema festîvalê, fîlmên serketî yên mehane ji bo
Hilbijartina Dawîn a Salê (Final Annual Selection) tên destnîşankirin. Fîlm dê
di Mijdara 2026an de li Navenda Çandî ya Il Pertini li bajarê Mîlanê (Cinisello
Balsamo) bên nîşandan.
Ev serkeftin ji bo
sîneymeya kurdî destkeftineke girîng e û pêngaveke din a berbiçav e ji bo
naskirina sînemaya kurdî li qadên navneteweyî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

