Navê zanîngeha Silêmaniyê kete nav pirûka Gênês ê
Kurdistan 11:59 AM - 2026-09-03
PUKMEDIA
Zanîngeha Silêmanî
Îro Pêncşemê, li parêzgeha Silêmaniyayê merasîmeke bi heybet
hat lidarxistin ji bo ragihandina ketina Zanîngeha Silêmaniyê nava Pirtûka Gênês
ya Cîhanî ku bi mezintirîn hevoka ku bi daran hatiye daraştin.
Zanîngeha Silêmaniyê bi rêya hunerê çêkirina daran û
nivîsandina navê zanîngehê bi 6 hezar daran kete nava Pirtûka Gênês ya Rekorên
Cîhanî, ji ber ku ev nivîs wekî "mezintirîn hevoka ku bi darên xemilandinê
hatiye sêwirandin" hate pejirandin.
Di dema merasîmê de, Parêzgarê Silêmaniyayê Heval Ebûbekir
got: Ev destkeftiya Zanîngeha Silêmaniyê diyarî ye ji bo hemû welatiyên
parêzgeha Silêmaniyayê û bi hewldanên gelek xebatkarên zanîngehê û evîndarên
jîngehê pêk hat.Em li ser pêşxistina jîngeha Silêmaniyê dixebitin û rêjeya park
û deverên kesk li parêzgeha Silêmaniyayê zêde bikin, bi vî rengî parêzgehê li
ser nexşeya cîhanî bûye xwediyê girîngiyekê.
Ji aliyê xwe ve, Prof. Dr. Kosar Mihemed Elî, Serokê
Zanîngeha Silêmaniyayê got: Zanîngeha Dayik di naskirin û rêzên cîhanî de
pêşveçûneke berdewam bi dest xistiye, û serokatiya zanîngehê di warên rêvebirin
û kalîteyê de gavên mezin avêtine.
Wî da zanîn: Zanîngeha Silêmaniyayê bawernameya sîstema
rêvebirina kalîteyê wergirt, bi wê yekê re bû yekem zanîngeh li Herêma
Kurdistanê ku vê bawernameyê distîne.
Wî her wiha got: Ev proje beşek e ji daxwazên me ji bo
navneteweyîkirina zanîngeha dayik, û bi rêya çandina 6 hezar daran, em ê
têkiliyeke bêhempa di navbera mirov û xwezayê, zanistê, zanîngehê û civakê de
ava bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

