Dije Terora Herêm û Îraqê tekez li ser xurtkirina hevkariyê dikin
Kurdistan 05:02 PM - 2026-09-02
Ragihandina Dije Terorê (CTG)
Dije Terora Herêma Kurdistanê û Dije Terorê yên Îraqê tekez li ser pêwîstiya xurtkirina hevkariya xwe kirin.
Wehab Helebceyî, Rêveberê Giştî yê Ajansa Dije Terorê (CTG), digel
hejmarek ji efserên payebilind yên rêveberiyê, serdana baregeha Dezgeha Dije
Terorê ya Îraqê (ICTS) li Bexdayê kir û ji aliyê Lîwa Rukin Zeyd Huşî El Mûsawî,
Berpirsê Sezgeha Dije Terorê ya Îraqê ve hatin pêşwazîkirin.
Armanca serdanê pîrozbahîkirina Ferîq Rukin Zeyd Huşî El-Mûsewî bû ji
ber destnîşankirina wî wekî Berpirsê Dezgeha Dije Terorê ya Îraqê û di pêkanîna
erk û berpirsiyariyên xwe yên neteweyî de serkeftin jê re xwest.
Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser pêşxistina peywendiyan û bihêzkirina
hemahengiyê di navbera Dezgeha Dije Terorê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (CTG)
û Dezgeha Dije Terorê ya Îraqê (ICTS) de gotûbêj kirin û tekezî li ser
berfirehkirina hevkariya ewlehî, hewalgirî û meydanî kirin.
Di hevdîtinê de, serokên her du dezgehên dijî terorê tekez kirin ku
pêwîste piştgiriya hevdu berdewam bikin û xurt bikin ji bo jiholêrakirina gefên
terorê, parastina ewlehî û aramiyê û dabînkirina hawîrdorek aram û ewle li
Herêma Kurdistanê û li seranserî Îraqê.
Hêjayî gotinê ye ku;herdu dezgehên dije-terorê û hewalgiriyê di demên
berê de bi rêya danûstandina hewalgiriya berfireh û hevrêzkirina ewlehiyê
piştgirên bihêz yên hev bûn; hevkariyek ku di şerkirin û jiholêrakirina komên
terorîst û gefên wan û girtina kesên lêgerînkirî de roleke girîng lîstiye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

