Hejmara mirinên ji ber Ebolayê li Kongo 3 hezar kes derbaz kir
Êraq 04:40 PM - 2026-09-02
Ajans
Şewba Ebolayê bû ya herî kujer di dîroka Kongo de
Hejmara kersên ji ber Ebolayê mirine li Komara Demokratîk ya Kongoyê ji
3 hezar kes derbaz kiriye, di demekê de ku şewba herî kujer ya welêt li
bakur-rojhilat belav dibe.
Îro roja Çarşem rêkefta (02-09-2026).an li gorî amara hikûmeta Kongo ku hatiye
weşandin,hejmara haletên piştrastkirî gihîştiye 6 hezar 186 kesan, di heman
demê de 3 hezar û 7 kes mirine.
Şewba ku ji ber cureya Bundibugyo ya vîrusa Ebolayê çêbûye, bûye ya herî mezin
û kujer ya di dîroka welêt de, ji şewba ku di navbera 2018 û 2020.an de hatiye
tomarkirin derbaz bûye.
Ev di heman demê de piştî şewba salên 2014-2016.an li Afrîka ya Rojava, ku
zêdetirî 28 hezar û 600 kes nexweş ketin û zêdetirî 11 hezar kes li Gîne,
Lîberya û Sierra Leone jiyana xwe ji dest dane, ku ev duyemîn şewba herî mezin ya
Ebolayê ya cîhanê ye.
Ev yek di demekê de ye ku,rayedaran di 15ê Gulanê de bi fermî şewba heyî li
parêzgeha Ituri ragihandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

