Ozgur Ozel:Em piştgiriya mafên Kurd û hemû pêkhateyan din dikin
Cîhan 02:46 PM - 2026-09-02
Bir Gun
Ozgur Ozel Serokê Giştî yê Partiya Nû
Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel,di hevpeyvîneke digel
rojnameya Bir Gunê de derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, gotûbêjên
destûra nû û rewşa siyasî de nirxandinên girîng kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Nû aşkere kir ku ew piştgiriya
aştiyê û mafên wekhev yên Kurd hemû pêkhateyên din dikin, lê belê bi desthilata
ku li gorî destûra heyî jî tevbigere re nikarin destûreke nû çêbikin.
Ozel ragihand ku ew di mijara mafên demokratîk yên Kurdan,Elewiyan
û her kesên ku xwe wekî kêmîne hîs dikin de ne û piştgiriyê didin avakirina
destûreke demokratîk ya li ser bingeha "welatîbûna wekhev.
Derbarê Partiya Gel ya Komarî (CHP) jî Ozel da xuyakirin ku
vegera wan bo CHPyê nîne, lê ew naxwazin ku sembol û nirxên CHPyê di bin
"talankirinê" de bimînin û divê ew avahî saxlem bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

