Pakistan: Em hîn jî geşbîn in ku Waşinton û Tehran vegerin ser maseya diyalogê
Cîhan 12:42 PM - 2026-09-02
PUKMEDIA
Tengava Hurmizê
Tevî
aloziyên dawî di navbera Amerîka û Îranê de jî Îslamabadê nîşaneya hêviyê da ku
Waşinton û Tehran dikarin vegerin ser maseya diyalogê û dîplomasiyê, û da zanîn
ku serdana fermandarê artêşê yê Pakistanê bo Tehranê di meha borî de derbarê
Tengava Hurmiz de bû.
Hêzên
Amerîkî nêzîkî 100 êrîş bi ser Fermandariya Pasdarên Îslamî yên Îranê de kiriye
(ku parastinên esmanî, radar û bingehên deryayî dihewandin), di heman demê de
Îranê jî bersiv da bi armanckirina bingehên Amerîkî yên li Îraq, Urdun û
Behreynê, ku her sê welatan piştrast kirin ku wan hemû mûşek û firokeyên
bêmirov pûç kirine.
Niha Îran ji ber zerarên aborî û qelsbûna şiyanên leşkerî
ziyanê dibîne û amadebûna xwe ji bo vegerandina li yadeştnameya têgihiştinê ya
berê nîşan dide, di heman demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya
hilbijartinên Kongreyê yên di meha Mijdarê de, bi bandorên bilindbûna bihayên
sotemeniyê û xercbûna depoya stratejîk a mûşekan re rû bi rû ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

