Amerîka û Îranê dest bi êrîşan kirin
Cîhan 09:15 AM - 2026-09-02
PUKMEDIA
êrîşên Amerîka
Amerîkayê rêzeîrîşên esmanî birin ser bingehên leşkerî yên Îranê û sîstemên
radar û parastina esmanî yên Îranê kirin armanc, di bersivê de jî, Pasdaran
ragihand ku wan çend bingeh li Herêma Kurdistanê, Urdin, Behreyn û Kuweytê
bombebaran kirine.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê
de diyar kir ku di operasyonekê berfireh de binesaziya leşkerî ya Pasdaran a li
herêmên peravê ji kar xistiye. got ku êrîşan bingehên parastina esmanî û
saziyên deryayî yên artêşa Pasdaran kirine armanc.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, hêzên Amerîkayê tekez dikin ku
ev pêngav ji bo parastina keştiyên bazirganî û leşkerên Amerîkayê hatiye avêtin
û eşkere kir ku 50 hezar leşkerên wan li Rojhilata Navîn di amadebûneke herî
bilind de ne.
Ji aliyekî din ve, Îranê bersiva êrîşan da û li gorî
nûçeyeke ajansa IRNAyê, binkeyeke leşkerî ya li Hewlêrê hatiye armanckirin.
Di heman demê de, Artêşa Pasdaran ragihand ku wan êrîş
kiriye ser du bingehên Amerîkayê li Urdunê û firokeyên bêfirokevan ên bi navê
RQ-4 û MQ-9 ên Amerîkayê xera kirine.
Di heman demê de li Kuweyt û Behreynê jî bi dron û mûşekan
êrîş hatin kirin ser bingeha esmanî û berjewendiyên Amerîkayê.
Di heman demê de ajansa IRNAyê ragihand ku li Girava Sîrîkê
çar welatî hatine kuştin ku yek ji wan zarok e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

