Wezareta Derve ya Amerîka: Trump piştgiriyê dide nêrîna Serokwezîrê Îraqê
Êraq 06:17 PM - 2026-09-01
Nûsîngeha Ragihandinê
Serokê Amerîka û Serokwezîrê Îraqê
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê
Donald Trump piştgiriyê dide nêrîna Serokwezîr Elî Zeydî ji bo avakirina
hevkariyeke xurt di navbera Îraq û Amerîkayê de, û tekez kir ku Îraqê bi
hevkariya Washingtonê re rêçeke nû ya hukimraniyê destpê kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Tommy Pigott di
daxuyaniyekê de diyar kir: Serokê Amerîka Donald Trump di dema pêşwazîkirina
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî de li 14ê Tîrmeha 2026an, eşkere kir ku Amerîka bi
tevahî piştgiriya nêrîna Serokwezîr dike ji bo dabînkirina paşerojeke geştir ji
bo hemû welatiyên Îraqê û pêşîgirtina li her êrîşekê ku li navxweya Îraqê an ji
xaka wê welatî ve bê encamdan, di heman demê de daxwaza xwe ya ji bo avakirina
hevkariyeke xurt di navbera her du welatan de dubare kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha da zanîn ku, Îraq
bi serokatiya Elî Zeydî û bi hevahengî û hevkariya bi Amerîkayê re, qonax û
rêçeke nû ya hikumraniyê destpê kiriye.
Ev yek di demekê de ye ku roja 14ê Tîrmeha 2026an, Serokê
Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî pêşwazî li Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî
kir, û di daxuyaniyeke kurt de got: "Em ji Îraqê pir hez dikin û ev zilam
bi awayê herî baş nûnertiya Îraqê dike."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

