Zeydî daxwaza zêdekirina hilberîna petrolê li kêlgehên Herêma Kurdistanê dike
Êraq 05:56 PM - 2026-09-01
Nûsîngeha Ragihandinê
Beşekê Civînê
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî tekez dike ku pêwîst e qebareya
berhemanîna petrola Îraqê li gorî yedek, kapasîteya petrolî û hejmara
niştecihên wê be û heta sala 2030an bigihe nêzîkî 10 milyon bermîlî, her wiha
daxwaz dike ku berhemanîna petrolê li kêlgehên Herêma Kurdistanê were
zêdekirin.
Li gorî nûsîngeha ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, îro
Serokwezîr Elî Zeydî bi amadebûna her du wezîrên darayî û neftê û hejmarek
şêwirmendan, serokatiya civîneke kadroyên pêşketî yên Wezareta Petrolê kir, bi mebesta
gotûbêjkirina plana stratejîk a pêşvebirin û zêdekirina berhemanîna petrolê li Îraqê
ji bo salên 2027–2030an.
Di civînê de, Zeydî tekez kir ku divê qebareya berhemanîna petrola
Îraqê li gorî yedek û kapasîteya wê be daku bikaribe pêdiviyên welatiyan û
daxwazên geşepêdanê peyda bike; her wiha tekez kir ku girîng e jêrxan û
kapasîteyên hinardekirinê bên nûkirin û pêşvebirin bi awayekî ku bi zêdebûna çaverêkirî
ya berhemanînê re biguncin.
Serokwezîrê Îraqê her wiha daxwaz kir ku pêwîste berhemanîna
gazê di asta pêdiviyên navxweyî de be û pêşî li windabûna wê bê girtin.
Di dawiyê de, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî daxwaz kir ku
berhemanîna li kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê bê zêdekirin, ligel
berfirehkirina karên lêgerîn û pişkinînê û zêdekirina blokên petrolê, daku heta
sala 2030an veberhênana nêzîkî 10 milyon bermîlan di rojekê de zêde bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

