Serokomar: Pêkvejiyana navbera pêkhateyên Xaneqînê bingeha geşepêdanê ye
Êraq 03:29 PM - 2026-09-01
Ragihandina Serokomar
Serokomar û Şanda Xaneqînê
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro Sêşemê 1ê Îlona 2026an, li
Koşka Selam li Bexdayê, pêşwazî li şandeyeke ji rûsipî û kesayetiyên devera
Xaneqînê kir.
Di hevdîtinê de, ku Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şiwanî jî amade
bû, çend pirs û mijarên têkildarî pêdiviyên xizmetguzarî û geşepêdanê yên navçeyê
û rêyên bersivdayîna wan hatin gotûbêjkirin.
Serokomar tekez kir ku pêkvejiyan û biratî di navbera
pêkhateyan de bingeha geşepêdana rewşê û meşa ber bi pêşveçûnê ve ye, herwiha
tekezî li ser giringiya xurtkirina ruhê têgihiştin û hevkariyê kir, bi awayekî
ku tevnê civakî biparêze û pêbaweriya dualî di navbera pêkhateyan de xurt bike.
Nizar Amêdî, her wiha giringiya guhdarîkirina daxwazên xelkê
Xaneqînê û şopandina daxwazên wan bi rêya saziyên peywendîdar tekez kir.
Endamên şandeyê jî spasiya Serokomarê Îraqê kirin ji bo
girîngîpêdana bi şopandina rewşa qezayê, û tekezî li ser giringiya
berdewamkirina hewlên ji bo xurtkirina rewşa xizmetguzarî û civakî li bajêr û
dabînkirina pêdiviyên xelkê wê kirin, herwiha pesnê biryara Serokomar dan ku bi
hevkariya sazî û dezgehên peywendîdar peywendiyê bi daxwazên wan re dike û
çareseriyên guncaw ji wan re dibîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

