Fraksiyona YNK:Divê li gorî madeya 140 serederî digel herêmên Kurdistanî bê kirin
Kurdistan 11:47 AM - 2026-09-01
PUKMEDIA
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Civata nûneran ya Îraqê
Fraksiyona
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Civata nûneran ya Îraqê di
daxuyaniyekê de derbarê rewşa Xaneqînê ragihand ku, em bi dilgiraniyeke mezin rewşa Xaneqîn û
deverên Kurdî yên Diyalayê dişopînin, pêwîste li gorî destûra bingehîn ya Îraqê
ya herdemî û yasayên Iraqê yên derbazdar bi wan re mijûl bibin.
Naveroka
daxuyaniyê:
Daxuyaniya
fraksiyona YNKê ya li Civata Nûneran ya Îraqê derbarê rewşa Xaneqînê de
Em bi dilgiraniyek
mezin rewşa Xaneqîn û deverên Kurdî yên Diyalayê dişopînin,pêwîste li gorî
destûra bingehîn ya Îraqê ya daîmî û yasayên Îraqê yên derbazdar bi wan re
mijûl bibin.
Çalakiyên sivîl
û aştiyane mafekî ku bi destûrî hatiye gerantîkirin e, nemaze eger mijar
pêkanîna destûr û maddeya 140 be.
Em daxwaz dikin
ku rewş bê zor û girtin were çareserkirin û hestyarî û taybetmendiya rewşa
Xaneqîn û van deveran li ber çavan were girtin.
Em daxwaza
serbestberdana girtiyan û betalkirina hemû fermanên girtinê yên li dijî
siyasetmedar, çalakvan û ciwanan dikin.
Divê guhertinên
demografîk, navçeyên Celewla û Qeretepe, rakirina navçeyên Seidiye û Qeretepe werin
betalkirin û li gorî destûr û madeya 140-an werin çareserkirin, û divê hemû rêkarên
li dijî destûrê werin rawestandin.
Di dawiyê de,
peyama me ji bo xelkê serbilind yê Xaneqîn û deverên Kurdî yên Diyalayê ye, em
dizanin ku ew di bin fişareke mezin de ne û herêma we bi gelek pirsgirêkan re
rû bi rû ye;em ji we
dixwazin ku hûn bi awayekî aştiyane û li gorî destûr û yasayên mafên xwe
biparêzin û em ji we re piştrast dikin ku em di fraksiyona YNKê de dê
piştgiriyê bidin we û dê parêzvanê we yê destûrî û yasayî bin.
Fraksiyona
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Civata nûneran ya Îraqê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

