Karwan Yarweys:Emê li Bexdayê pirsgirêkên Xaneqîn û deverên veqetandî gotûbêj bikin
Kurdistan 10:23 AM - 2026-09-01
PUKMEDIA
Karwan Yarweys
Îro;Sêşem rêkefta (01-09-2026).an ;şandek ji pêkahetên
cuda yên Xaneqîn û deverên veqetandî yên li Bexdayê bi serokkomar re û Serokê
Komîteya Cîbicîkar Maddeya 140 û Wezîrê Dadê dê bicivin, Karwan Yarweys ragihand
ku daxwaz û pirsgirêkên Xaneqîn û deverên veqetandî dê di yadeşteke 12 xalî de
werin pêşkêş kirin.
Karwan Yarweys,
berpirsê Melbenda Yekîtîya Nîştimanî ya Xaneqînê, ji PUKMEDIA re ragihand ku
îro Şandeya nûnerên, Celewla, Seidiye, Mendalî, Qeretepa û Cebare ku ji Kurd,
Ereb, Turkmen, nûnerên hemû çîn, partiyên siyasî, ciwan û çalakvanan pêk tê, li
Bexdayê dê digel Serokkomarê Îraqê û Hadî Amirî û Wezîrê Dadê re bicive.
Her weha amaje bi wê
yekê kir ku daxwaz û pirsgirêkên Xaneqîn û deverên veqetandî dê di yadeştnameyeke
12 xalan de werin pêşkêş kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

