Îlham Ehmed: Xebata pêşîn dê misogerkirina mafên kurdan be di destûrê de
Kurdistan 04:45 PM - 2026-08-31
ANHA
Îlham Ehmed
Berpirsa peywendiyên derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand,
parastina zimanê Kurdî û misogerkirina mafên Kurdan di destûrê de dê pêşîniyên
sereke yên xebata wan a di qonaxa dahatî de be.
Îlham Ehmed got: Temamkirina tevlîbûna Hêzên Sûriyeya
Demokratîk û saziyên rêveberiya Xweser, nayê wê wateyê ku hemû dosyayên din bi
dawî bûne, her wiha destnîşan kir ku, di hevdîtinên wan ên dawî li Şamê, li ser
çend dosyayên girêdayî qonaxa nû ya siyasî axivîne û di serî de perwerdehiya bi
zimanê dayikê û mafên destûrî yên kurdan.
Ehmed, tekez kir ku, xebata herî mezin dê parastina ziman û
mafên kurdan be di destûra nû ya Sûriyê de, derbarê proseya tevlîbûnê de jî, Îlham
Ehmed da zanîn ku bidawîbûna proseya tevlîbûnê nayê wateya çareserkirina hemû
pirsan.
Ehmed da xuyakirin ku gotûbêj li ser çend dosyayan berdewam
in, di nav de tevlîkirina Yekîneyên Parastina Jin, ku gotûbêjên li ser vê
mijarê hîna neqediyane.
Wê her wiha anî ziman ku pirsa guhertina navê Komarê dê di
çarçoveya destûrê de bê gotûbêjkirin, bi amajekirina bi wan dosyayan ku ew
bawer dike dê di nav rêça destûrî û siyasî ya qonaxa bê de werin yekalîkirin.
Derbarê koçberên Serê Kaniyê de jî, aşkere kir ku vegera wan
a ji bo warên wan dê bi awayekî rêxistinkirî pêk were, û tekezî li ser
girîngiya çareserkirina dosyaya vegerê di nav rêkûpêkiyan de kir ku aramiya
navçeyê û mafên koçberan misoger bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

