7 Milyar dînar û zêdetirî 5 milyon Dolarên din hatine desteser kirin
Êraq 02:58 PM - 2026-08-31
PUKMEDIA
Encûmena Dadwerî ya Bilind
Encûmena Bilind a
Dadwerî ya Îraqê ragihand ku, dest biser heft milyar dînar û zêdetirî pênc
milyon dolar, 35 milk û çendîn otomobîlên birêveberê nivîsîngeha Cumeylî hatine
girtin.
Dadwerê Dadgeha Tawanan a Dijî gendeliyê Ziya Cefer, ragihand:
Di encama lêkolîna li ser tawanbar Ela Muhsin Xelef de, dest bi ser heft milyar
dînar, 5 milyon û 500 hezar dolar, 35 milk û şeş otomobîlên navborî hatine
girtin.
Wî her wiha ragihand: Tawanbar Ela Muhsin Xelef, birêveberê
nivîsîngeha tawanbar Ednan Cumeylî bûye û destê wî di doza gendeliyê de hebûye,di
vê demê de jî lêkolîna bi wî re berdewam e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

