Li Bexda merasîmek ji bo zindîkirina doza şehîdên windabûyî yên Kurdên Feylî
Kurdistan 05:40 PM - 2026-08-30
PUKMEDIA
Dîmenek ji merasîmê
Ji bo piştgiriya Roja Navneteweyî ya Qurbaniyên
Windabûnên Bi Zorê, ku her sal di 30ê Tebaxê de tê pîrozkirin, Eniya Feylî, bi
hevkariya çend rêxistinên Feylî, îro li Bexdayê xwepêşandanek û merasîmek
bîranînê li darxist û di encma çalakiyê de beşdariyeke berfireh ji kesayetên
neteweyî û şandeyek ku nûnertiya mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê li Bexdayê dikir, pêk hat.
Di merasîmê Sekreterê
Giştî yê Cebheta Feylî, Birêz Mahir Reşîd El-Feylî û Cîgirê Serokê Mekteba
Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Bexdayê, Birêz Hêrîş Hebîb, digel
Serokê Medyayê yê Mekteba Siyasî, Birêz Selah Şemşîr û bi beşdariya hejmarek
serok û nûnerên komeleyên Feylî, rêxistinên mafên mirovan û komek nûnerên
civaka sivîl amade bûn.
Beşdaran bi êş û
serbilindî tawan û binpêkirinên hovane yên ku ji aliyê rejîma dîktator ya
hilweşiyayî ve li dijî pêkhateya Feylî hatine kirin, bi bîr anîn, ku di encamê
de bi hezaran xort û kur winda bûn, ku yek ji tawanên mafên mirovan yên herî
tirsnak di dîroka Îraqa nûjen de bû.
Her wiha wan
daxwaza berdewamiya hewldanên hikûmetî û navneteweyî kirin ji bo eşkerekirina
çarenûsa hemû kesên winda, bicihanîna dadperweriyê ji malbatên wan re, û
vegerandina rewşa wan ya yasayî û exlaqî, ji bilî xurtkirina hevgirtina civakî
û siyasî daku piştrast bibin ku binpêkirinên weha dubare nabin û mafên dîrokî
yên civaka Feylî werin parastin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

