Qasim El-Erecî: Çekên Pêşmerge di çarçoveya destûrê de ne
Êraq 09:52 AM - 2026-08-30
PUKMEDIA
Qasim Erecî
Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Serokwezirê Îraqê got: Çekên
hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya destûrê de hatine diyarkirin û
bêçekkirin, Pêşmerge nagire ber xwe.
Qasim Erecî, Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Serokwezirê Îraqê,
di bersiva pirseke kenala El-Cezîre de li ser wê yekê ku gelo bêçekkirin hêzên
Pêşmerge jî digire ber xwe? ragihand: Danûstandin bi komên çekdar re berdewam
dikin ji bo vegerandina çekan bo destê dewletê û çekê Pêşmerge jî di çarçoveya
destûrê de ye, biryara komkirin û kontrolkirina çekan ew çekên ku li derveyî
destûr û qanûnan in digire ber xwe.
Wî her wiha da xuyakirin ku di vê demê de komên çekdar
pabend in bi encamnedana tu karekî li dijî welatên cîran yan jî li nava Iraqê
de, û em bi sor in li ser bidawîanîna wan dosyayên ku dibin sedema
ziyanpêgihandina Îraqê û cîranên wê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

