Serokwezîr: Divê rêyên hinardekirina petrolê cihêreng bên kirin
Êraq 09:26 PM - 2026-08-29
Nûsîngeha Ragihandinê
Wêneyê Civînê
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî, serperiştiya civîneke
hevbeş bi Wezîrê Petrolê, berpirsên payebilind ên wezaretê û nûnerên çend kompaniyên
cîbicîkar ên projeya boriya petrolê ya stratejîk (Besra - Hedîse - Fîşxabûr) û
(Hedîse - Banyas) re kir.
Di civînê de, Zeydî li hûrgiliyên teknîkî û aborî yên
projeyê û bandorên wê yên demdirêj ji bo geşepêdanê û rêyên hinardekirina
petrolê bi rêya wan her du hêlan ve şopand.
Serokwezîrê Îraqê tekez kir ku projeya boriya
hinardekirina petrola xav xwedî girîngiyeke mezin a stratejîk e ji bo Îraqê, ji
ber ku ew rêyên hinardekirinê cihêreng dike, kapasîteya hinardekirinê bilind
dike, her wiha di dema niha û pêşerojê de xizmeta berjewendiyên aborî û
geşepêdanê yên Îraqê dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

