Serokkomar peyamek sersaxiyê arasteya malbata Şah Harald yê koçkirî kir
Êraq 04:11 PM - 2026-08-28
Nivîsingeha rojnamevanî ya serokkomarê Îraqêê
Nîzar Amêdî Serokkomar Îraqê
Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî ji ber koça dawî ya
Şahê Norwêcê Harald yê 5.ehemîn nameyek sersaxiyê ji malbata şahî, serokatiya
Padîşahiya Norwêcê, hikûmet û gelê Norwêcê re şand.
Naveroka Peyamê:
Di peyama serokkomarê Îraqê de hatiye ku bi
xemgîniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya şah Harald 5.ehemîn yê Norwêcê bihîst,
ku beşek ji jiyana xwe ji bo xizmeta welat û gelê xwe terxan kir û beşdarî
avakirina nirxên aştî, jiyana hevbeş û hevgirtina mirovan bû.
Bi vê boneya xemgîn, ez sersaxiyê ji Malbata şah,
serokatiya şanananşîna Norwêcê, Hikûmet û gelê dostê wê re dixwazim, û ji
Xwedayê mezin dixwazim ku sebirê bide wan.
Şanişîna Norwêcê bi helwestên xwe yên berbiçav û
berpirsiyar di mijarên navneteweyî û mirovî de, bi beşdariya xwe ya di aştî û
diyalogê de, û bi hewildanên xwe yên ji bo parastina mafên mirovan û
pêşvebirina pêşkeftin û hevkariya di navbera neteweyan de tê nasîn - helwestên
ku em teqdîr dikin û rêzê li wan digirin.
Nîzar Amêdî
Serokkomar Îraqê
Roja Înê.28-08-2026
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

