Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêşwazî li tevlîbûna HSDê kir
Cîhan 04:08 PM - 2026-08-27
AA
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, pêşwazî li daxuyaniya tevlîbûna Hêzên Sûriye
ya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyê de kir û radighîne ku, ew
pêngav cîhê kêfxweşiyê ye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li bajarê Elzîzê derbarê proseya tevlîbûna
HSDê di nava saziyên dewleta Sûriyê de bersiva rojnamevanan da û got: Karê me
ewe ku em bi profesyonelî tevbigerin, kontrol bikin ka ev di qadê da çawa tê cîbicîkirin.
Heke wekî ku tê gotin be bûyereke wisa ye ku gelekî kêfxweşiyê dide. Wekî
temamkerê wan pêngavane ku em niha dixwazin biavêjin, pêngaveke ku bi taybetî
biratiya Kurd-Ereban a li Sûriyeyê dê xurt bike.
Hakan Fîdan got: Ev pêngav dê bibe yek ji wan bûyeran ku dê
xizmeta herî mezin bide amadehiya atmosfera ku dê hemû Sûriyeyê bi ewlehî li
pêşerojê binêrin. Em li vir dema nasnameya Kurdan tê parastin, redkirina
nasnameyê çênabe girîngiya mijara parastina yekîtiya neteweyî ya Sûriyeyê jî,
yekîtiya axê jî destnîşan dikin û dixwazin ku di pratîkê dd jî vê bibînin.
Fîdan tekez jî kir: Emê di vê pêvajoya nû da van pirsgirêkan hemû
bi feraseta dualî, bi rêya diyalogê û bi rêya aştiyê çareser bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

