Dezgeha Asayişê bi planeke berfireh ser û malên welatiyan diparêzin
Rêportaj 02:39 PM - 2026-08-27
Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê
Desteserkirina Madeyên Hişbir
Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê dezgeheke ewlehî ye, bi
berdewamî di nava hewldanê de ye ji bo parastin û dabînkirina asayiş û aramiyê
ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê di hemû aliyan de, rûbirûbûna madeyên hişbir
yek ji erkên wan ên sereke ye ji bo rêgirtina li bikaranîn û bazirganiya bi wan
re.
Berdevkê Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê Eqîd Karzan
Şêrko, di bersiva çend pirsan de behsa awayê rûbirûbûna madeyên hişbir û
hevahengiya wan bi dezgehên ewlehiyê yên Îraqê û welatên cîran re dike.
*Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê çawa kar dike?
-Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê dezgeheke rêkarî ye û yek
ji saziyên ewlehiyê ye li Herêmê, ew her tim ji bo parastina ser û malê
welatiyên Herêma Kurdistanê xebitiye. Dezgeha Asayişê di rabirdû, niha û
pêşerojê de xwediyê planeke ewlehiyê ya berfireh e ji bo parastina ser û malê
welatiyan û berqerarkirina asayişê li Herêma Kurdistanê.
*Dezgeha Asayişê çawa rûbirûyê xetereya madeyên hişbir
dibe?
-Dezgeha Asayişa Herêmê, ji bo pêkanîna civakeke tendurist û
bi rêya karmend û efserên Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir û beşên nehîştina
madeyên hişbir li hemû rêveberiyên ser bi dezgeha me ve, her tim û bi berdewamî
di nava hewldana rûbirûbûna xetereyên belavbûna madeyên hişbir de ye, daku rê
li ber her hewlekî ya bazirganiya bi madeyên hişbir re li ser asta Herêma
Kurdistanê bigire.
*Sedem çiye ku Silêmanî bibe bajarê herî paqij ji aliyê
bikaranîn û bazirganiya bi madeyên hişbir?
-Bi rastî Dezgeha Asayişa Herêmê xwediyê kesatiyeke manewî
ya xwe ye û li gorî qanûna Dezgeha Asayişa Herêmê ya hejmara 5 a sala 2011an,
yek ji erkên ku di xala 3yemîn a qanûnê de hatiye diyarkirin, tinekirin û
nehêştina madeyên hişbir e.
Dezgeha me wekî dînamo û pêşengê birêvebirina jinavbirina
madeyên hişbir tê dîtin. Di dema çend salên derbasbûyî de, me çendîn rênmayî, dewre,
semîner, panel û çalakî ji bo hişyarkirinê li ser madeyên hişbir pêk anîne. Di
kêleka wê de, me kar kiriye ji bo xurtkirina dergeh, bazge û balafirxaneyan, di
heman demê de hebûna çendîn kesên bi pîspor û jêhatî di Rêveberiya nehîştina
Madeyên Hişbir a Dezgeha Asayişa Herêmê de û hevahengiya xurt a dadgehan û
Peymangeha Bijîjkî ya Dadî ya Silêmaniyê, piştgîr û faktor in ji bo ku bajarê
Silêmaniyê bibe bajarê herî paqij ê Kurdistanê û Îraqê di warê madeyên hişbir
de.
*Hevahengiya Dezgeha Asayişê bi dezgehên ewlehiyê yên Îraqê
re di kîjan astê de ye?
-Bi rastî pêbawerî û karekî hevbeş ê pir xurt li ser bingeha
guhertina zanyariyên îstixbaratî yên hûr û peydakirin û pêdaçûneke hûr ji bo
kontrolkirina wan cihan ku madeyên hişbir ji wir tên Herêma Kurdistanê û ji wir
derdikevin, di navbera me de heye. Em ji bîr nekin ku Herêma Kurdistanê ji bo
madeyên hişbir herêmeke derbazbûnê ye, salê ne tenê li ser asta Herêma
Kurdistanê û Îraqê, belkû ji bo jinavbirina wê madeyê, hevahengike me ya xurt
li ser bingeha alîkariya welatên cîran jî heye.
*Amarên derbarê madeyên hişbir de çi dibêjin?
-Berhevkirina amara şeş mehên ewil ên sala 2025an û 2026an a
taybet bi madeyên hişbir de cihê dilxweşiyê ne û nîşan didin ku bi hewl, şiyan
û jêhatîbûna efser û karmendên Dezgeha Asayişê û alîkariya berdewam a
welatiyan, ev amare kêm bûne bi vî rengî:
Bikarhênerên madeya hişbir: Di şeş mehên ewil ên sala
2025an de (272) gumanbar hatine girtin, lê belê di destpêka şeş mehên sala
2026an de rêje daketiye ser (203) gumanbaran.
Bazirganê navxweyî: Di şeş mehên ewil ên sala 2025an
de (177) gumanbar hatine girtin, lê belê di şeş mehên ewil ên sala 2026an de bo
(63) gumanbaran kêm bûye.
Bazirganê navneteweyî: Di şeş mehên ewil ên sala
2025an de (103) gumanbar hatine girtin, lê belê di şeş mehên ewil ên sala
2026an de bo (31) gumanbarên girtî kêm bûye.
*Bandeke navneteweyî ya madeyên hişbir li Herêmê hatiye
girtin?
-Erê, îsal çar bandên navneteweyî yên madeyên hişbir li
Herêma Kurdistanê hatine girtin û hevahengiye xurt di navbera rêveberiyên nehîştina
madeyên hişbir û Dezgeha Asayişê de heye û di dema xwe de me mîqdar û curên
madeyan bi amar belav kirine.
*Welatî çiqas alîkar û hevaheng bi we re?
-Madeya hişbir metirsiye li ser takekesên civakê, ji ber wê
yekê welatî bi başî hevahengê hêzên ewlehiyê ne di hemû aliyan de, eve jî
xalekî bihêz e ji bo jinavbirina bazirganiya bi madeyên hişbir re û em
destxweşiyê li wan dikin.
PUKMEDIA/ Amadekar: Alan Mihemed Ceza
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
11:22 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

