Serokkomar tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina peywendiyên navbera Îraq û Malîzyayê kir
Êraq 12:24 PM - 2026-08-26
Ragihandina serokkomar
Serokkomar
Serokomarê Îraqê Nîzar Amêdî îro Çarşemê 26ê Tebaxa 2026an,
li Qesra El-Selam a li Bexdayê, Balyoz Ednan Ezare Al Meicûn pêşwazî kir û
bawernameya wî wekî Balyozê Komara Îraqê yê li Malîzyayê radestî wî kir.
Di dema hevdîtinê de, Serokkomar tekezî li ser girîngiya
rola çalak a nûneratiyên me yên dîplomatîk di veguhestina rûyê şaristaniyê yê Îraqê
de kir û bal kişand ser pêwîstiya pêşxistina peywendiyên Îraqî-Malîzyayî û
girîngîpêdana bi rewşa welatiyên Îraqî yên li Malîzyayê û şopandina karûbarên
wan, û hêviya serkeftinê di erka xwe ya nû de ji balyoz re xwest.
Aliyê xwe ve, Balyoz Ednan Ezare Al Meicûn spasî û pêzanîna
xwe ji bo Serokkomar anî ziman ji ber piştgiriya wî ya berdewam bo karê
dîplomatîk û nûneratiyên Îraqê yên li derveyî welat, û tekezî li ser giringiya
xebata xwe kir bi awayekî ku bibe sedema xurtkirina peywendiyên Îraqê bi Malîzyayê
re.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

