Cîgirê Serokê Herêmê beşdarî merasîma bidawîkirina erkên hêzên hevpeymaniya Almanya bû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-08-25
Nivîsgeha Rojnamevanî ya Şêx Cafer
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa
Îro Sêşem
rêkefta (25-08-2026).an Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa
beşdarî merasîma temamkirina erkên hêzên hevpeymaniya Almanya di çarçoveya
hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de li Herêma Kurdistanê bû.
Di merasîmê
de, Wezîrê Pêşmerge Birêz Şoreş Îsmayîl û hejmarek berpirsên leşkerî yên
Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge amade bûn, di axaftina xwe de, Fermandarê Hêzên
Almanya di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de, Kolonel Thorsten
Picha, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgirî û hevkariya wê ya
di demên berê de, bi taybetî di hevrêzkirina hêzên wan û têkbirina terorîstên
DAIŞê li Îraq û Herêma Kurdistanê de.
Ji aliyê xwe
ve, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya
berdewam ya Almanya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê dubare kir,û wek rola hêzên
Almanya di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de li Herêma
Kurdistanê, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de, pesnê wê da; perwerdekirina wan ji bo Pêşmerge,
rol û bandora wan li ser pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmerge û piştgiriya
lojîstîkî ya tîma leşkerî ya Almanya ji bo Pêşmerge.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

