Komîteya yekem ya Turkiye ya Bê Tundûtîjî civiya
Cîhan 09:40 AM - 2026-08-25
Hurriyet
Dîmenek ji civînê
Komîteya
Çavdêrî û Nirxandinê, ku ji bo şopandina pêşketinên li ser erdê û hemahengiya
di navbera saziyan de di çarçoveya destpêşxeriya "Turkiyeya Bê Tundûtîjî"
de hatiye damezrandin, duh cara yekem civiya. Çar komîteyên binî ji bo xebata
li ser aliyên cûda yên pêvajoyê hatin damezrandin.
Komîteya Çavdêrî
û Nirxandinê, ku li gorî Yasya Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Tevlîbûna
Civakî li Civata Mezin ya Neteweyî ya Turkiyê hatiye damezrandin, duh civîna
xwe ya yekem li darxist.
Di civîna komîteyê
ya bi qasî 3.5 demjimêran dom kir, ku ji hêla Cîgirê Serok Cevdet Yilmaz ve hat
birêvebirin, çar komîteyên binî ji bo karkirina li ser aliyên cûda yên pêvajoyê
hatin damezrandin.
Piştî civînê
daxuyaniya bo raya giştî hat ragihand ku têde hatiye:"Pêvajoya dîrokî, ku
bi nêrîna paqijkirina tevahî ya welat û herêma me ji rakirina tundûtûjî û çekan
bi tevahî ji rojevê û avakirina atmosferek biratiyê tê meşandin, bi pejirandina
Yasaya Hejmar 7595 ya li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ji
hêla Civata Neteweyî ya Mezin ya Turkiye ve, ku nûnerayetiya vîna gelê me ye,
bi rêjeyek bilind ya lihevkirinek civakî û siyasî, gihîştiye qonaxek girîng."
Her weha
aşkere kir ku, wekî yek
ji mezintirîn bingehên sedsala Turkiyê, ewê aştiya navxweyî û yekbûna civakî ya
welatê me xurt bike, û di heman demê de, ewê li dijî bê aramiya li derveyî
sînorên me aştiyê bîne herêma me û bi ketina meriyetê ya Yasaya Hejmar 7595 ya
roja 18ê Tebaxa 2026.an, ku binesaziya uasayî ya vê pêvajoyê pêk tîne ku dê
herêmê veguherîne hewzek kameranî û ewlehiyê, mekanîzmayên îdarî bi lez û bez
ketine meriyetê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

