Amerîkayê Sûriye ji lîsteya terorê derxist
Cîhan 11:04 PM - 2026-08-24
sana
Ala Amerîka û Sûriyê
Wezareta Gencîneyê ya
Amerîkayê bi fermî derxistina Sûriyê ji lîsteya dewletên piştgirê terorê
ragihand û hemû sizayên ku bi terorê re têkildar in li ser wî welatî helweşandin.
Ev gava Washingtonê
piştî wê yekê tê ku rêkarên yasayî yên têkildarî lêkolîna Kongreyê bêyî ti
nerazîbûnekê bi dawî bûn.
Wezareta Gencîneyê ya
Amerîkayê eşkere kir ku biryar dê tavilê bikeve warê cîbicîkirinê de û ji niha
pê ve Sûriye êdî ne di bin xal û rêzikên taybetî yên piştgiriya dewletê ji bo
terorê de ye.
Di heman demê de ligel
vê biryarê,bendên ku bi alîkarî û hevkariyên Wezareta Derve ya Amerîkayê ve ji
bo Sûriyê girêdayî ne û rêkarên qedexekirina kirîn û firotina çekan li ser wî
welatî bi temamî hatin rakirin.
Di çarçoveya heman
lêkolînê de, Washingtonê her du rêxistinên "Tehrîr El-Şam" û
"Eniya Nusrayê" ji lîsteya rêxistinên terorîst ên navneteweyî
derxistin, ev yek jî wekî werçerxanekî bingehîn di siyaseta derve ya Amerîkayê
de li hember rewşa navçeyê tê jimartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

