Washington li dijî Îranê kampanyayeke aborî ya berfireh da destpêkirin
Cîhan 10:48 PM - 2026-08-24
PUKMEDIA
Şerê li Rojhilata Navîn
Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, îro roja Duşemê,
destpêkirina kampaniyayeke berfireh ragihand ku têkiliyên darayî yên Îranê yên
li seranserê cîhanê dike armanc, daku Tehranê ji aliyê aborî ve dorpêç bike û
hemû damarên wê yên darayî qut bike.
Bessent di civîneke
çapemeniyê de li ser sizayên li dijî Îranê got, "Washington dê mekanîzmaya
şopandin û çavdêriya aliyên ku bi awayekî darayî bi Tehranê re dixebitin lez
bike," û hişyarî da ku "her aliyek ku berdewam bike di hevkariya bi Îranê
re, dê rûbirûyî sizayan û dorpêça aborî bibe û dê ji sîstema dolar
derkeve."
Bessent zêde kir û got: "Siza dê
sektorên wizeya atomî, mûşek, pîşesaziyên elektronîkî û petrolê bigire nav xwe", eşkere
jî kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump têkiliyên telefonî bi serokên cîhanî re
dike ji bo qutkirina têkiliyên aborî yên bi Îranê re.
Wî diyar kir ku pêwîste
her welat amade be ji bo rûbirûbûna sizayên Amerîkayê heke ew piştgiriya Îranê
bikin.
Wezîrê Gencîneyê weha
pêde çû; "Her cûre têkiliyek aborî bi Îranê re dê berpirsan bi temamî bixe
ber hêza Amerîkayê."
Wî da zanîn ku: "Siza
60 qeware, kes û keştiyên ku bi Îranê ve girêdayî ne di warên wizeya atpmî,
mûşek û petrolê de digirin nav xwe."
Bessent her wiha bal
kişand ser wê yekê ku sizayên Amerîka kompanî û keştiyên fîloya sîber li
Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Hong Kong, Çîn, Singapûr û Swîsreyê dikin armanc.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

