Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24
Ragihandina Saziya Serok Celal Talebanî
Serokomar digel şanda saziya Serok Celal Talebanî
Serokomarê Îraqê ligel Saziya Serok Celal Talebanî
amadekariyên ji bo bîranîna salvegera nehemîn a koça dawiya serok Mam Celal
gotûbêj dike.
Şandeke Saziya Serok Celal Talebanî û nivîsîngeha Sekreteriya
Serok Mam Celal, bi Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî re civiyan û di dîdarê de wan
amadekariyên ku ji bo bîranîna salvegera nehemîn a koça dawiya serok Celal Talebanî
hene gotûbêj kirin, ku biryar e li paytext Bexdayê bê sazkirin.
Di beşeke din a didarê de serokomar tekezî li ser giringiya
bîranîna mîrateya nîştimanî û siyasî ya serokê koçbuyî Serok Celal Talebanî
kir, wekî kesayetiyekî dewletdar û nîştimanî ku bi hîkmêteke siyasî ya çespandî
beşdarî di çespandina diyalog, têgihiştin û hevpariyê de kiriye.
Di dawiya didarê de serokomar behsa wê yekê jî kir ku
koçbuyîna serok Celal Talebanî şûnwarekî kûr di karwana dewleta Îraqê û wîjdana
Îraqiyan de bi cih hiştiye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

