Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24
PUKMEDIA
Dînarên Îraqî
Gotûbêjên li ser rakirina sê sifran ji ser dînarên Îraqî germ
in û beşekî mezin ji xelkê berê xwe didin kirîna dolaran da ku dînara xwe
bifroşin. Pispor pêşbînî dikin ku ev yek bibe sedem ku di rojên pêş de nirxê
dolar li hemberî dînara Îraqî zêdetir bilind bibe. Pispor dibêjin: Ev pêvajoya
guhertinê ya di dînara Îraqî de aliyên wê yên erênî û neyênî hene.
Di dema borî de, mijara guhertina di dravê Îraqî de û
rakirina sê sifran ji ser bûye yek ji mijarên herî germ ên navendên aborî,
siyasî û rojnamegeriyê. Ev pirs piştî wê yekê hat ku Wezîrê Têkiliyan ê Îraqê
da xuyakirin ku biryar hatiye dayîn guhertin di dînarê de bê kirin bi armanca
vegerandina heşt trîlyon dînarên winda yên dewletê. Tevî ku ji aliyê zanistî ve
rakirina sifran pêvajoyeke jimêryarî û teknîkî ye, lê di rewşa niha ya Îraqê de
nêrînên cuda li ser dem û armanca rastîn a vî projeyî hene.
Ji aliyê bingehên aborî ve, pêvajoya rakirina sê sifran
gavek e ji bo hêsankariya di danûstandinên rojane de, kêmkirina mesrefa
çapkirinê û veguhastina dravê kaxezî û rêxistina sîstema pereyên nexdî ya welat
ji aliyê Banka Navendî ve.
Li gel vê aliyê teknîkî, Prof. Dr. Eyub Enwer Simaqayî,
mamosteyê zanîngehê û serokê liqê Hewlêrê yê Sendîkaya Aborînasên Kurdistanê,
tekez dike ku ev dengoya di vê demê de bêtir "taktîk" in û hewldanek
in ji bo vegerandina ew pereyên ku li derveyî banka navendî yan hatine komkirin an veşartine, amaje bi wê
yekê dike ku ji ber bilindbûna asta gendeliyê û veşartina pereyekî zêde,
hikûmet rûbirûyê kêmbûna pereyên nextî bûye û ji bo çend mehan di dabeşkirina
mûçeyan de tûşî kêmasiyeke tund bûye, lewra li gorî pîvanên aborî, di vê rewşa ne
aram de destwerdana di dirav de dibe sedema derketina pirsgirêkên zêdetir.
Proseya rakirina sê sifrên dînarê Îraqî pêwîst e biçe
Encûmena Wezîran a Îraqê û piştî ku deng li ser hat dan, bişînin Komîteya
Darayî ya Encûmena Nûneran a Îraqê daku xwendina yekem jê re bê kirin û paşê ji
bo Serokatiya Encûmena Nûneran bê şandin. Piştre piştî ku Serokatiya
Parlamentoyê ew ji endamên encûmenê re şand, xwendina duyem jê re bê kirin û
deng li ser bê dan. Sirwe Mihemed endama Encûmena Nûneran a Îraqê ji fraksiyona
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku rewşa aborî ya Îraqê
xirab e û hikûmet ji bo zêdekirina dahatê û jinavbirina gendeliyê serî li her
rêyekê dide. Ji bo cîbicîkirina vê projeyê, pêwîst e Wezareta Darayî bi
hevahengiya ligel aliyên peywendîdar projeyasayekê pêşkêşî parlamentoyê bike
daku deng li ser bê dan. Wê her wiha got: Ji aliyê erênî ve, ev prose dibe
sedema xurtkirina diravê Îraqî û eşkerekirina ew kesên ku pereyên xwe
veşartine, ji ber ku di dema guhertina pereyên kevin bi yên nû de, dê neçar bin
çavkaniya pereyên xwe eşkere bikin.
Li gorî nêrîna pisporan, tevî feydeyên ku tên çaverêkirin, bicihanîna vê
projeyê di dema qeyranê de dê komek metirsî û aloziyên mezin li pey xwe bîne,
di nav de:
Yedeka dolar: Pêwîst e banka navendî dolarên pêwîst di destê xwe de hebe
ji bo dabînkirina aramiya bihayê wê li hemberî dolar piştî xistina diravê nû li
sûkê.
Nebûna jîngeheke guncaw: Ji ber qeyranên darayî û siyasî,
dibe ku prose armanca xwe ya sereke negihîne û bibe sedema bê aramiyeke
zêdetir.
Rakirina sê sifrên ji dînarê Îraqê projeyeke aborî ye ku
dikare feydeyên teknîkî hebe, lêbelê bicihanîna wê di vê rewşa hesas a niha ya
Îraqê de pêdivî bi hûrbînî û lêkolîneke berfireh heye. Ger hikûmet berî
pêkanîna her gavekî ji vî rengî, lêkolîna pêwîst û jîngeheke darayî ya aram çêneke,
wê demê metirsî heye ku qeyran kûrtir bibin û armancên ku tên çaverêkirin pêk
neyên.
Ev di demekê de ye ku ji ber wan nûçeyên ku behsa rakirina
sê sifrên ji dînarê Îraqê dikin, gelek kes berê xwe dane kirîna dolar. Pispor
dibêjin ku ev yek dê bibe sedem ku bihayê dolar bilind bibe û nirxê dînar li
hemberî dolarê Amerîkî hîn bêhtir dakeve.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09 Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

