Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23
Medya
Girtiyên biyanî li Îraqê
Îraq 6 hezar girtiyên
biyanî dişîne welatên wan û Berdevkê Wezareta Dadê ya Federal got: Ev gav
armanc dike ku qerebalixiya girtîgehan kêm bike û li gorî peymanên navneteweyî
tê meşandin.
Ehmed Lieybî, berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê, got:Îraqê
dest bi vegerandina 6 hezar girtiyên biyanî ji 61 welatan kiriye, ku piraniya
wan xelkê Sûriyê ne.
Her weha aşkere kir ku, ev pêngav ji bo kêmkirina
qerebalixiya girtîgehan û li gorî peymanên navneteweyî ye bi rêve diçe,ji bo vê
armancê, Wezareta Dadê riyên têkiliyê bi Sûriye, Fas, Amerîka, Kanada, Rûsya,
Tunis û Turkiye re vekiriye, daku girtî bikaribin sizayên xwe yên mayî li
welatê xwe an jî li gorî peymaneke dadwerî ya di navbera her du welatan de
temam bikin.
Di dawiyê de, Ehmed Lieybî, berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê,
got ku vegera van girtiyan çareseriya herî baş e ji bo kêmkirina qerebalixiyê û
rêkxistina rewşa navendên sererastkirinê li gorî yasayên derbazdar.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

